Hikûmeta Vȋktoriya di deh salan de bi qasî 5 milyar dolar veberhênanê dike ji bo Kȋndirgartina Sê Saliyê finanskirȋ ya Navneteweyî û niha li seranserê wȋlayetê heye.
Yanî saleke din ji hînbûnê û mezinbûnê û lȋstinê û çêkirina hevalan ji bo zarokên Vîktoriya.
Beşdarbûna di programa kȋndirgartinê de di temenê sê salȋ, fêrbûna zarokan pêş dixe, tenduristî û saxlemiyê zêde dike.
Zarokên biçûk bi riya lîstikê cîhana li dora xwe hȋn dibin
Fêrbûna li ser bingeha lîstikê ev e ku zarokên biçûk çawa çêtirîn fêr bibin. Derfetê dide zarokan ku xeyala xwe bi kar bînin, jêhatîbûna zimanê wan ava dike û li ser hejmar û nimûneyan fêr bibin. Ew herwiha hîn dibin ku çawa bi kesên din re li hev bikin, parve bikin, guhdar bikin û hestên xwe bi rê ve bibin.
Hemî zarokên li Vîktoriya dikarin du salên kȋndirgartin yê fȋnanse kirȋ bi kar bȋnin
Zarokên li seranserê wȋlayetê wê ji sala 2022 'an sûdê werbigirin û her hefte herî kêm pênc saetan her hefteyê ji kȋndirgartina sê saliyê yê finanskirȋ. Saet wê heta sala 2029 'an hefteyê 15 saetan zêde bibe.
Eger zarokê we biçe kȋjan kȋndirgartinê jȋ, mamoste û kesên jêhatȋ dê programê bi rêve bibin
Zarok dikarin biçin programên kȋndirgartinê ji bo rojeka dirêj (lênihêrîna zarokan) yan jȋ Kȋndirgartêneka normal
Zarokên biçûk fêrȋ cȋhanê dibin bi rêya leystokê
Ew fêr dibin ku mirov çawa li hev bikin bi kesên din re, parve bikin, guhdarî bikin, û hestên xwe birêve bibin
Di bernameyeke kȋndirgartinê de, zarok ji bo avakirina jêhatîbûnên ziman û fêrbûn di derbarê hejmar û nimûneyan de, lîstikan bi kar tînin
Mamosta û fêrkerên alîkariya zarokan dikin ew mereqdar, afirîner û bi xwebawer bin di fêrbûnê de
-
- Kȋndirgartinên bi tena serê xwe
- Bernameyên Kȋndirgartinê - Zarok beşdarî bernameya kȋndirgartinê dibin di roj û saetên diyarkirî de
- Xizmetên Lênihêrîna ji Roja Dirêj
- Programên Kȋndirgartin - Zarok beşdarȋ kȋndirgartinê dibe weke beşek ji dema lênihêrîna rojê ya dirêj e
- Perwerdehî û Lênihêrîn - Xizmetên Lênihêrîna Rojê ya Dirêj perwerdehîya zarokatiyê û lênihêrîna zarokên temen di navbera 0 û 6 salî de pêşkêş dike
Divê hemî bernameyên kȋndirgartin yên fînanse kirî li gorȋ rêbernameyên ewlehî û kalîteyê yên hikûmetê û li gorî çarçoveya Fêrbûn û Pêşveçûna ya Salên Destpêkê ya Vîktoriya yê.
Navenda lênihêrîna rojê ya dirêj dikare rojek tijî perwerde û lênihêrîn pêşkêş bike, tevȋ programên Kȋndirgartinê. Programên Kȋndirgartinê yê bi rêveberiya mamoste, bi saetên din ên perwerde û xwedîkirinê re tê entegrekirin. Di xizmeteke bi tena serê xwe de, Programên Kȋndirgartinê tenê dê di hin rojan û demên taybet de birêve biçe. Ew roj û saet ji aliyê servîsa Kȋndirgartinê ve tên danîn.
Biryara ku zarokê xwe bişînȋ ku derê girêdayî kîjan xizmetên di civaka we de hene, û çi ji bo malbat û zarokê we çêtirîn kar dike
- Kȋndirgartinên bi tena serê xwe
-
Li ser pêvajoya tomarkirinê û dema wan bi xizmeta xwe ya Kȋndirgartinê ya herêmî re biaxive û serdana navend û xebatkarên wan bike. Ji bo dîtina Kȋndirgartinê xwe yê herêmî û ji bo agahdariya li ser hilbijartina xizmeta rast a ji bo malbata xwe, serdana: How to choose a kindergarten
Hilbijartina servȋsa Kȋndirgartinê dê ji bo ku zarokek ji dema xwe bi awayêkȋ baş bi kar bȋne li Kȋndirgartinê. Hûn dikarin bi seredana li rêjên kalîteya xizmetê binêrin:
-
Piraniya servȋsan xwedan pêvajoyek navlêkirinê ne ku salek berî ku zarok programa kȋndirgartinê dest pê bike vedibe, ji ber vê yekê divê hûn li ser tomarkirinê bifikirin ku dema zarokê we dibe du salî,
Malbat û kesên ku zarokên wan di navbera Çile û Nîsanê de ji dayik bûne dikarin hilbijêrin ku wê kîjan salê dest bi kȋndirgartina sê saliyê yê finanskirȋ ya gerdûnȋ. Malbat dikarin ji bo zarokên xwe hilbijêrin ku sala din tevlî dibistanê bibin, lê dema ku zarokên din dest pê bikin, dê du salî bin.
Zarokên ku di navbera 1ê Çile û 30yê Nîsanê de ji dayik bûnê dikarin beşdarȋ kȋndirgartina sê saliyê bibin di sala dibin sê salȋ yan di sala dibin çar salȋ de.
Dibe ku zarok nikaribin beşdar bibin di bernameyan de heta dibin sê salȋ ji ber xizmeta fêrker ku ji bo zarokên du salî dikin ne li gorȋ wan zarokan e
Zarokên ku di navbera 1ê Gulanê û 31ê Kanûnê de ji dayik bûne, tenê di sala pêncan de dikarin biçin Kȋndirgartina Sê Salî di sala ew dibin çar salȋ de û Kȋndigartina çar salȋ dema dibin pênc salȋ.
-
Dȋroka zarok ji dayȋk bû ye Şȋrove 2020 2021 2022 2023 2024 21 ' ê Kanûna 2016 - 30 ' ê Nîsana 2017
Ji bo malbatan biryara destpêkirina dibistanê heye di sala 2022 an jî 2023 3 Kȋndirgartina Temenê se salȋ
4 Kȋndirgartina Temenê se salȋ
Berȋ dibistanê (Prep) Pola 1 Pola 2 3 Kȋndirgartina Temenê se salȋ
4 Kȋndirgartina Temenê se salȋ
Berȋ dibistanê (Prep) Pola 1 1 Gulan - 20 ' ê Kanûna 2017 * 3 Kȋndirgartina Temenê se salȋ
4 Kȋndirgartina Temenê se salȋ
Berȋ dibistanê (Prep) Pola 1 21 ' ê Kanûna 2017 - 30 ' ê Nîsana 2018 Ji bo malbatan biryara destpêkirina dibistanê heye di sala 2023 an jî 2024 3 Kȋndirgartina Temenê se salȋ
4 Kȋndirgartina Temenê se salȋ
Berȋ dibistanê (Prep) Pola 1 3 Kȋndirgartina Temenê se salȋ
4 Kȋndirgartina Temenê se salȋ
Berȋ dibistanê (Prep)
1 Gulan - 20 ' ê Kanûna 2018 * 3 Kȋndirgartina Temenê se salȋ
4 Kȋndirgartina Temenê se salȋ
Berȋ dibistanê (Prep) * Meha Kanûnê têrmê dawî yê 4 di dibistana dewletê de. Eger di dibistana malbat bi kar tȋne de têrma 4 zûtir bi dawȋ dibe, li wê demê ew dȋrok dê bi kar bê.
-
- Kȋndirgartina we ya herêmȋ tev servȋsa lênihêrîna rojên dirêj.
- komîta we ya herêmî an jî hemşîre dê û zarokan
telefonî Wezareta Tenduristiyê (DH) bikin
xeta ji bo alȋkariya dê û bavan 13 22 89
- Ȋmêl 3yo.kindergarten@education.vic.gov.au
Seredana malperê bike Three-Year-Old Kindergarten
Reviewed 09 February 2022